Hevserokên HDPyî beşdarî ayîna Noelê ya ku li dêrê hat kirin bûn

Hevserokên şaredarîya navçeya Akdenîza Mêrsînê yên HDPyî yên ku ji şewitandina mizgeftan re bê deng dimînin ji bo ku noelê pîroz bikin li dêrên Ortodoks û Katolîkê beşdarî ayînan bûn.

Hevserokên Şaredarîya Akdenizê ya navenda Mêrsînê Yuksel Mutlu û M. Fazil Turk beşdarî ayînên Noelê yên ku ji teref dêrên Ortodoks û Katolîk ve hat lidarxistin bûn.

HDP, ji mizgeftên ku tên şewitandin re dengê xwe dernaxe û her sal Îydên Remezan û Qurbanê yên mislimanan dixin wek şînê. Lê Hevserokên Şaredarîya Akdenîza Mêrsînê wek her sal îsal jî ji bo pîrozbahîyên Noelê beşdarî ayînên ku ji teref Dêrên Katolîk û Ortodoks ve hatin lidarxistin bûn.

Di Dêra Ortodoksa Mêrsînê de ayîna Noelê ji teref serokê ruhanî yê dêrê Coşkun Teymur ve hat lidarxistin. Hevserokê Şaredarîya Akdenîzê Yuksel Mutlu beşdarî ayînê bû.

Di heman rojê de di Dêra Katolîka Îtalyana Latîn a Mêrsînê de jî ayîna Noelê hat lidarxistin. Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Yuksel Mutlu û M. Fazil Turk û Alîkarîyê Hevserok Bedrettîn Gundeş beşdarî ayînê bûn.

Ayîna Noelê ji teref Serokê  Ruhaniyê Dêrê Roberto Ferrarî ve hat birêve birin.

HDP, ji teref xelkê kurd ên Misliman ve tê hilbijartin. Lê bi taybet li herêma Rolhilata Başûr mizgeft tên  şewitandin û texrîb kirin. Her sal îydên pîroz ên mislimanan dixin wek şîn. Lê HDP ji vê yekê re dengê xwe dernaxe. HDP, dema ku mijar dêr û pîrozîyên xristyanan be di heman demê de beşdarî ayîn û bernameyan dibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar