Hewara Dayikan Bilind Dibe

Li Diyarbekirê protestoya dayik û bavên ku ji bo zarokên xwe yên ji teref Pkkê ve hatine revandin feryad û hewar dikin, digel astengî û zordestiyan jî dewam dike.

Belediya Bdpê berî niha nehiştibû ku li ber belediyê rûnin. Bi zorê ew rakiribûn û bi şev jî konê wan xerakiribûn. Hinekan jî li wan heqaret kiribû û peyvên nexweş gotibûn. Malbat digel van zordestiyan ji bo zarokên xwe çalakiya xwe dewam dikin. Hejmara malbatan bi ser sedî ketiye.

  Malbat xisûsen li ber gotinên serokê Bdp-Hdpê Selahettîn Demîrtaş bertek nîşan didin. Malbat îfade dikin ku eger Demîrtaş cegera xwe bifiroşe ew ê bi pereyî ku bixwaze bikirin. Derdê malbatan hatina zarokên wan e.

  Li aliyê din hat îfade kirin ku li Gevera Hekkarî, hêzên ewlehiyê li ser malekê operasyon rast kiriye. Di operasyonê de 2 jin hatin binçavkirin, li malê 3 qîz jî hatin dîtin ku ew ê Pkkê ew revandibana çiyê. Hat gotin ku her 3 qîz ên malbatên ku li Diyarbekirê di çalakiyê de ne. Du qîz di bin 18 salî re ne. 

 BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar