Li herêmên bakur, tevî Stenbolê, germahî wê ji nîvê hefteyê pê ve bi awayekî berbiçav dakeve.
Li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, ji roja Pêncşemê û pê ve pêlek sar ew ê tesîrê li herêmên rojava bike, û dibe sedema daketina germahiyê li hinek deveran heta 8 pileyan.
Her çend tê texmînkirin ku baran piştî roja Çarşemê kêm bibe jî, tê pêşbînîkirin ku hewaya sar heta dawiya hefteyê berdewam bike. Îhtîmala barîna berfê heye, nemaze li deverên bilind. (ÎLKHA)