Hewlêr “Pêşniyara sekinandina encama referanduma serxwebûnê kir”

Hikûmeta Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê balan kişand li ser telhlûkeya pevçûnê ya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmergeyan û sekinandina encama referanduma serxwebûnê pêşniyar kir.

“Bê guman, tu alî di vî şerê di nevabera her du aliyan de serkeftî nabe”

Di daxuyaniya ku ji teref Hikûmeta Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin bê guman, tu alî di vî şerê di nevabera her du aliyan de serkeftî nabe û dû re wiha hat gotin: “ Ew rewşa dijwar û metirsîdar ya ku rûbirûyê Îraq û Kurdistanê bûye, hemûyan neçar dike di asta berpirsiyariya dîrokî de bin û rê nedin rewş zîdetir ber bi şer û pevçûnan di navbera hêzên îraqî û hêzên pêşmerge ve biçe.Êrîş û pevçûnên hêzên Îraq û hêzên pêşmerge di roja 16.10.2017ê û heta îro, ziyan bi her du aliyan gihandiye, çêdibe ev yek bibe sedema xûnrêtineke berdewam û di encam de bibe sedema têkçûna struktur û têkeliyên civakî di navbera pêkhateyên Îraqê de.Bê guman, tu alî di vî şerê di nevabera her du aliyan de serkeftî nabe, lê di hemû warên jiyanê de dê welêt ber bi wêranbûneke tevayî bibe, ji ber vê yekê û ji minteliqê hestkirin bi berpirsiyariyê li hember gelê Kurdistan û Îraqê, em ji hikûmet û raya giştiya Îraq  û cîhanê re pêşniyar dikin:

1- Rawestandina teqekirin û hemû awayên tevgerên leşkerî li Herêma Kurdistanê.

2- Sirkirina (tecmîdkirina) encamên referendûma Kurdistana Îraqê.

3- Destpêkirina diyaloga vekirî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê li ser bingeha destûra Îraqê.

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e