Hewlêr:Em rêzê li ravekirina Dadgeha Federalî ya ji madeya yekem re digirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê ravekirina madeya yekem ji destûra Iraqê belav kir û tê de hat ragihandin ew ê rêzê li ravekirina Dadgeha Federalî ji madeya yekem ya destûrê bigrin.

Daxuyaniya ku ji teref Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de wisa hat gotin:

“Li ser daxwaza Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîranên Federalî di roja 6.11.2017an biryara hejmara 122 derbarê ravekirina madeya yekem ya destûra Iraqê derkir, ku ev deqa madeyê ye (Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedî serweriya temam e, ku tê de sîstema hikumraniyê komarî, parlemanî û demokratî ye, ev destûr gerantiya yekîtiya Iraqê dike)

Wek çawa her dem Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê kiriye, ku pabnedî girtina ber riya destûrî û yasayî ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera desthilatên federalî û herêmê de, ji rewangeha helwesta me ya ron û zelal, pêşwaziyê li her destpêşxeriyekê bi vê arasteyê dikin.Li pêş hemûyan jî, destpêşxeriya Ayetula Seyd Sîstanî û hin kesayetên Iraqî û welatên destên Iraqê, bi vegera ji destûrê re nakokiyan çareser bikin.”

Rêz li ravekirina Dadgeha Federalî ya ji madeya yekem re digirin. Di heman demê de jî dupat dikin ku baweriya me wiha ye ku ev bibe binemayek ji bo destpêkirina diyalogeke niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan di riya cibicîkirina tevahiya madeyên destûra Iraqê, bi awayekî ku gerentiya parastina maf, desthilat û taybetmendiyên me yên di destûr de hatine bike, di baweriya me ev take rê ye gerentiya yekîtiya Iraqê dike wek çawa di madeya yekem ya destûrê de hatiye.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin