Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk û lineya ku ji partiye pê re hatibû digel hevdû çûne li ser qebra merhum Necmettîn Erbakan û wî li ser qebra wî bi bîr anîn.
Erdal Elîbuyuk di derbarê Erbakanî de diyar kir Erbakan Xoca ji teref xelkê ve dihat hezkirin û ew ê tu car neyê jibîrkirin.Elîbuyuk dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji Necmettîn Erbakanê ku berî vê 5 salan çûbû rehma Xwedê û ji hevsera wî re ji Xwedê Teala rehmetê teleb dikin.Em hêvî dikin Rebbê me bi rehma xwe li wan muamele bike.”
Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de di derbarê şexsiyeta siyasî ya Erbekanî de axavtinek kir û dûvre di derbarê nêrînên Erbakanî yên di meseleya Kurd de agahiya parve kir.
ÎLKHA