Li ser teleba Tirkiyê heyetek ji Natoyê, ji bo li ser cîhên patriyotan lêkolînê bike hat bajarê Meletê. Heyet bi teyare daket firogeha Erhaçê û dûre jî bi wesaîtên eskeriyê çûn Ordueviya Meletê. Hat îfade kirin wê li ser cîhên patriyotan lêkolînê bikin û sibê ji Meletê vegerin. Di heyetê de ji Emrîka, Elmanya û Hollandayê yekun 30 pispor hene. Heyet wê bi wezîfedarên eskeriya Tirkiyê re, li Meletê, Edenê, Hatayê, İntabê û li Rûhayê dora 10 rojan lêkolînê bikin.
Wekî tê zanîn Tirkiye bi îddîa parastina xwe ya li ber êrîşên hewayî yên Sûriyê, ji Natoyê teleba fuzeyên patriyotê kiribû. Lê Îran û Rûsya ji van teleb û patriyotan gilîdar in û îfade dikin ku wê mesele û nerihetiya herêmê, alozîtir û xerabtir bike. Di vê çarçovê serekmeclîsê Îranê Larîcanî hatibû Tirkiyê û hinek hevdîtin pêkanî bûn. www.bangaheq.net