Heyetên ‘Iraq û Diktoran Çûn Ğezzeyê

Piştî bombardimên Îsraîlê, ji İraqê di serokatiya serekmeclîs Ûsame Necefî de, heyetek çû Ğezzeyê.

Piştî bombardimên Îsraîlê, ji İraqê di serokatiya serekmeclîs Ûsame Necefî de, heyetek çû Ğezzeyê. Serekwezîrê Fîlîstînê Îsmaîl Heniye, di meqamê xwe de pêşwaziya heyetê kir. Heniye di xeberdana xwe de wiha got “Îstîfakirina Ehûd Barak, ji zafera dostên Fîlîstînê re rûpelek nû vekiriye. Welatên Ereban digel meselên navxwe jî, pêşîtiyê dane ser mesela Fîlîstînê û pê re piştevaniyek rast kirine. Zafera Filîstînî zafera ummetê ye. İraq daîma ligel Fîlîstînê buye.”

Usame Necefî jî îfade kir ku wê İraq, daimî piştevanê Fîlîstînê be. Necefî wiha got “Li ber êrîşên Îsraîl, me samîmiyeta Fîlîstînê dît. İraq bi her aliyên xelkê di vê şerê de, bi xelkê Fîlîstînê re bû.”

Li aliyê din heyeta diktorên serzemîn jî, ji Tirkiyê giha Ğezzeyê. Li wir bi saziyên sivîl û bi serekwezîr Îsmaîl Heniye re hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de Heniye wiha got “Ğezze li ber ambargo, îşgal û dijminantiyê re ne bêxwedî ye. Ên bi mal û canê xwe alîkariya wê dikin hene. Bi şehîdên Mavî Marmarayê jî eşkere bû ku, Tirkiye desteke rast dide Ğezzeyê. Doza Fîlîstîn doza ummetê ye. Zafera Ğezzeyê, zafera alema Îslamê ye.”

Ji heyetê berdevk Suleyman Gunduz jî wiha diyar kir “Qatar, Misir û Tirkiye, ji bo agirbestiyê pir ğeyret kirin. Di navbera xelk û hikûmetan de yekîtî heye. Ev jî biîznîllah nêzîkiya zaferê nîşan dide.”

Heyeta diktoran bi hinek malzemên mîkro cerrahî û mîkroskop û ameliyatan, bi 11 diktorên ku di seha cerrahiya plastîk, urolojî, norolojî û nexweşiyên çavan de pispor in, bi amanca alîkariya tedawî û tibbî çûye Ğezzeyê. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin