Hezar Xetma Quranê

Wê Di Remezanê De Li Hezar Mizgeftê, Bi Xetmê Terawîh Bên Eda Kirin

Meha Remezanê meha xitm û xêra ye. Meha rehm û bereketê ye. Meha eff û meğfîretê ye. Meha rojî û terawîha ye. Heta ku xewa rojîger jî îbadet e. Di remezanê de, camî ji nû ve şên û geş dibin, bi xitm û terewihan, bi zarok û ciwanan.

Li gor beyanata serekatiya karên diyanetê, îsal wê di hezar mizgeftê de, nimêja terawiha, bi xetma Quranê bê eda kirin. Wê di hezar û 296 camiyan de jî, riyê pêxemberê me yê mubarek lîhyeyê şerîf bê ziyaret kirin.

Her wiha hat diyar kirin ku wê di 30 hezar 163 mizgeftan de, muqabela xwendina xetma Quranê bê kirin. Li bajar û bajaroka yekun li 1406 camiyan, îzna ketina îtîqafê hatiye dayîn. Wê gelek mizgeft, di şeva leyletul qedrê de, heta sibehê vekirî bin.

Zêdetirî 26 hezar mela, wê di mizgeftên xwe de, sohbeta rojî û remezanê bikin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be