Hêzên berxwedanê fuzeyan diavêjin dilê dagirkeran

Tugayên Qassam ji bona ku ji qetlîamên îşxalkerên terorîstan re bertekê nîşan bide, ji Tel Avîva ku dilê terorîstan e re bombeyan wek baranê dibarîne û Tugayên Qudsê jî şênîyên îşxalkeran hedef digre.

Tugayên Qassam, di 7ê Cotmehê de ku operasyona Tofana Eqsayê dabû destpêkirin ji 5 hezarî zêdetir fuzeyan ji axên ku hatine îşxalkirî re avêtibû û di roja 32mîn a operasyonê de jî avêtina fuzeyan didomîne.

Tugayên Qassam ji bona ku ji qetlîamên îşxalkerên terorîstan re bertekê nîşan bide, Tel Avîvê bi fuzeyên berxwedanê xemiland.

Ji ber ev fuzeyên berxwedanê li Tel Avîvê sîren hatin lêxistin û hinek fuze jî ketin xwarê û li hedefan ketin, di encamê de çend xanîyên terorîstan zerarê dîtin.

Tugayên Qudsê jî diyar kir ku ew cîhên îşxalkeran a li Gush Dan, Sderot û Meflasimê bombebaran kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno