Hêzên Pêşmerge gellek gundên Mûsilê ji DAIŞê standin

Hêzên Pêşmerge gellek gundên Mûsilê ji DAIŞê standin

Hêzên Pêşmerge karîn 5 gundên nêzîkî bendava Mûsilê ji destê DAIŞê derbixin û rêya navbera nahiyeyên Zûmar û Eyinzaleyê bixin bin kontrola xwe.
 

Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê li nêzîkî bendava Mûsilê, hêzên Pêşmerge karîn îro 5 gund li rojavayê bendava Mûsilê ji destê DAIŞê derbixin.
 

Li gorî agahiyan, yek ji wan gundan gundê Sehrîcê ye ku bi kontrolkirina wî gundî rêya navbera nahiyeyên Zûmar û Eyinzaleyê jî ketiye destê hêzên Pêşmerge û bi vî awayî êdî çekdarên DAIŞê nikarin bi hêsanî derbasî her du nahiyeyan bibin.
 

Hat gotin, hêzên Pêşmerge niha 15 kîlometran dûrî Zûmarê ne û pêşveçûna wan didome.
 

Çekdarên DAIŞê ji destpêka vê mehê ve deverên mîna Zûmar, Eyinzale û guundên derdora wan nahiyeyan girtibûn.
 

Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge bi pilan operasyonên mezin li dijî çekdaran li dar dixin û bi alîkariya balafirên şer ên Amerîkayê derbên giran li wan didin lewma çekdarên DAIŞê paşve direvin.

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"