“Hêzên şer li welatên Îslamîbirêveberên kûkla dixwazin”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Doyarê ku li Bidlîsê beşdarî bernameya fitarê ya partiya xwe bû û di derheqê armanc û daxwazên hêzên şer de got “Hêzên şer li welatên Îslamîbirêveberên kûkla dixwazin.”

Ji teref Serokatiya Bajêr a Bidlîsê yê HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Doyar, gelek partiyî, nûnerên STKyan û gelek kesên vexwandî beşdarî bernamê bûn.

“Hêzên şer naxwazin Îslam li cografya Îslamê  biveje û îhya bibe”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Doyarê ku beşdarî bernamê bû di derheqê rewşa Mislimanan de pirsî ‘Çima ev tişt tên serê Mislimanan? Divê em li ser sedemên van tiştan birawestin. Ev yek ma ji feqîrbûna Mislimanan e yan jî ji bêhêzbûna wan e?” Doyar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dinêrin Xweda dewlemendî daye Mislimanan û binê wan axên Mislimanan bi  neft û madenan dagirtiye. Hejmara Mislimanan jî gelek zêde ye. Lê dîsa em dinêrin digel vê yekê Mislimanan di bin zilmê de ne. Misliman êdî ketine haleke wisa êdî nema dikarin xwe biparêzin. Hêzên şer çima her tim Mislimanan dixin hedefa xwe.? Çima her tim êrîşî Mislimanan dikin? Çi ji Mislimanan dixwazin? Belê  hêzên şer ji Mislimanan van 5 tiştan dixwazin: Naxwazin Misliman bi hêz bibin, naxwazin Îslam cardin biveje û îhya bibe, dixwazin welatên Îslamê di bin kontrola xwe de bigrin û ew wan îdare bikin, dixwazin dewlemendiyên welatên Îslamê talan şû dagir bikin û her wiha dixwazin welatên Îslamê feqîr û bêîstîqrar bikin. Dema ku hêzên şer van tiştan dikin nexasim li ser du xalan disekinin. A yekem li ser welatên Îslamê birêveberên pêlîstok dixwazin û ya duyemîn jî dixwazin di nav Mislimanan de tefrîqayê derkeve.”

Doyar di berdewama axavtina xwe de diyar ji ber ku me pişta xwe da ji wan sepanên Resûlullah û ji emrê Xwedê re em ketin vî halî.(ÎLKHA)
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe