Hêzên terefdarên hikûmeta Sûrîyê têketin Efrînê

Hat ragihandin hêzên terefdarên hikûmeta Sûrîyê di wextên êvarî de ketin Efrînê.

Doh hat îddîakirin komên mîlîs ên girêdayî artêşa Sûrîyê bi YPGê re li hev kiriye û di çarçoveya vê lihevkirinê de berê xwe dan Efrînê û ji ber vê yekê konvoya ku da rê ji teref SÎHA û topavêjên girêdayê TSKyê ve hatin bombebarkirin.

Li gor dîmenên ku ji terf Ajansa Nûçeyan a Al-Surayê hêzên girêdayê arteşa Sûrîyê û yekîneyên YPGê li Efrînê hatin bal hev.

Ramî Abdul Rahmanê Dîrektorê Çavdêrxaneya Heqên Însanan a Sûrîyê ya ku navenda wê li Londrayê ye derbarê mijarê de destnîşan kir  hejmara milîsên girêdayê arteşa Sûrîyê bi sedan kes e.

Dezgeha medyayê ya ku girêdayê Hîzbullah e û navenda wê li Libnanê ye jî derbarê mijarê de destnîşan kir milîsên ku terefdarên rejîmê ne ji Helebê dane rê û ji bakûrê gundê Nubulê ketine Efrînê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin