HEZKURDê HUDA PARê re zîyaret kir

Lijneyeke ji Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD), bi raporeke ku derheqê zimanê Kudrî de amade kirine Navenda Giştî yê HUDA PARê zîyaret kir.

Di zîyareta ku li Navenda Giştî yê HUDA PARê hat kirin de, lijneya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD), ji teref Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr ve hat pêşwazîkirin.

Heyet, ji ber piştgirîya HUDA PARê ya ji bo Kurdî Serokê Giştî Demîr pîroz kir û dosyayek pêşkêş kir û hêviyên xwe yên ji bo Kurdî bi taybetî perwerdeya zimanê zikmakî anî ziman.

Koordînatorê Giştî yê Hereketa Zimanê Kurdî Fevzî Bulgan piştî ku li ser navê tevgerê daxwaz û daxwazên xwe ji HUDA PARê re ragihand, ji Navenda Giştî ya HUDA PARê veqetiya.

Li aliyê din Metîn Pîranî Sekreterê Tevgerê yê Azadiyê HUDA PARê ziyaret kir. Di serdanê de Pîranî ji aliyê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr ve hat pêşwazîkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin