Hîkmeta şewitîna çav a ji ber pîvazan hat kifşkirin

Zanyar di encama lêkolînên ku dikin de bi ser hîkmeta şewitîna çav a ku ji ber pîvazên hişk çêdibe ve bûn.

Li gor encama lêkolîna ku li Clevelenda bajêra Amerîkayê ji teref Zanîngeha Case Western Reserveyê ve hatiye kirin,  pîvazên hişk li dijî mîkrop û kezikan mekanîzmaya parastinê ya biyokîmyasal dixe dewrê  û enzîmek dide avzêkirin. Ev enzîmên ku hatine avzêkirin wan sulfîdên di pîvaza hişk de parçe dikin û van sulfîdan dikin sulfuroksît.

Ev silfîdên ku şiklê silfuroksîtê digre li ser xwe, di demeke kin de di hewayê de wek xazê belav dibe , dema ku ev xaz digihije çavan dibe asîdeke ku çavan dişewitîne. Di encama van bûyeran de qanalên ku di çav de ne dixitimin.

Lê li gor pisporan  dema ku pîvaz tê hûrkirin  rasterast pêkhatiyeke kîmyewî nabe sedema şewitîna çavan. Ji ber ku ew xaz bi rondikên çavan re dikeve reaksiyonê asîdê sulfurîk pêk tê.

Di encama pêkhatina asîda sulfurîk de çav tahrîş dibin, ji ber vê yekê çav ji bo ku xwe biparêze û xwe ji tiştên biyanî paqij bike rondikan dibarîne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin