Wezareta perwerdehiya mîllî, bi rêziknameyê li hinek mekteban sernixumandina qîzên xwendekar yesax kir. Li ber vê yesax û qedexê, tepkî zêde dibin. Serekên komelên sivîl îfade kirin ku berî niha tesettur namûsa AKPê bû. Feqet niha ew bi xwe tesetturê yesax dike.
Parêzerê platforma Akdenîzê Halîs Yetkîner wiha got “Divê hemî musluman vê rêziknameyê protesto bikin.” komela Rehber-Der û Cemiyeta Mustezefan a şaxa Agirî yesaxa tesetturê sert şermezar kir.
Serekê Cemiyeta Mustezefan a şaxa Bûrsayê Îsa Guvendîk wiha diyar kir “Bi vê rêziknameyê, eşkere buye ku zihniyeta 28ê sibatê dewam dike.”
Serekê Memûr-Sen a şaxa Diyarbekir Yûnûs Memîş got “Wezareta perwerdehiya mîllî, bi vê rêziknameyê herkesî xemgîn kiriye. Divê derhal dev ji vî tiştî bê berdan.”
Serekê Eğîtîm Bîr-Sen a şaxa Wanê Suleyman Şakar jî wiha îfade kir “Polîtîka hikûmetê, xelaskirina roja xwe ye. Rêzikname serbestiyekê aniye, lê tesetturê nexistiye nav van serbestiyan. Hemî civak dixwaze asteng û mani’ ên li ber tesetturê rabin.”
Li aliyê din hat îfade kirin ku hê di roja ewil de, li hinek mekteban îdarevanên mektebê, te’de li qîzên sernixumandî kirin ku serê xwe vekin. Li Edenê li navçeya Yureğîrê îdarevanên mektebekê zorbatiyê li xwendekarên sernixumandî dikin. Helbûkî çareserkirina mesela tesetturê, namûsa partiya AKPê bû. www.bangaheq.net