Hikûmeta Kurdistanê: Êrîşa li ser Pêşmerge êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîş û şerê li çiyayê Metîna ku di encamê de 5 Pêşmerge hastin kuştin, daxuyaniyek belav kir.

“Em êrîşa PKKê bi tundî şermezar dikin û êrîşa li ser Pêşmerge êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Em êrişa PKKê bi tundî şermezar dikin û êrîşa li ser Pêşmerge êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye. Bi mixabiniyeke mezin, di 5/6/2021 di encama danîna kemînekê ji aliyê PKK a li devera Amêdiyê de, pênc Pêşmerge şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar dike û êdî xelk û Herêma Kurdistanê rê nadin bibine qurbaniyên siyasetên wan ên çewt û rê nadin PKKê ku bibin hokara gihandinê ziyanên canî û madî bi herêma me.”

“Pêşmergeyên Kurdistanê parastina welatiyan û bost bi bostê xaka Herêma Kurdistanê erka xwe dizane”

Di berdewama daxuyanîyê de hat bal hat kişandin li ser parastina Kurdistanê û dû re wiha hat gotin: “Di demekê de ku em êrîşa li ser hêza Pêşmerge bi êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê dizanin, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam e di parastina welatiyan û bost bi bostê xaka Herêma Kurdistanê û erkê xwe dizane ku berevaniyê lê bike.Pirse û sersaxiyên xwe arasteyî malbatên wan şehîdan dikin û ji Xwedêyê dilovan xwazyar in wan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe