Hikûmeta Kurdistanê ji ber minasebeta mewlûda pîroz betlaneya fermî îlan kir

Hikûmeta Herema Kurdistanê bi daxuyanîyeke ku belav kir destnîşan kir li Herema Kurdistana 23,24 û 25ên cotmehê betlaneya fermî hatîye îlankirin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Sefîn Dîzayî bi daxuyanîyeke fermî ya ku belav kir destnîşan kir ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed(r.x.l)  roja çarşemê ango 23ê cotmehê  ji bona temamên  hemwelatîyên Kurdistanê  betlaneya resmî hatîye îlankirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de her wiha hat diyarkirin ji ber minasebeta ji dayikbûna Hz. Îsa jî 24ê cotmehê roja pênçşemê jî tatîl hatîye îlankirin.

Her weke tê zanîn ji xeynî çend dewletan li giştê dewletên mislimanan rojên înê betlane ye û bi heman awayî roja înê li Herema Kurdistanê jî betlane ye. Ji ber vê yekê bi vî awayî li Herema Kurdistanê 3 roj dibe betlaneya fermî.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar