Hilberînerên pembû mazota erzan dixwazin

Cotkarên ku li Diyarbekirê pembû diçînin ji kêmbûna destekê û ji zêdebûna bacan gazinan kirin.

Li Diyabekirê cotkarên ku pembû diçînin û odaya zireatê ji zêdebûna bihaya mazot û bacê gazin û giliyan kirin.

“Em mazota erzan dixwazin”

Di derbarê mijarê de Serokê Odayên Ziraetê yê Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê Sileyman  Iskenderoglu diyar kir ji bo çandina pembû re teşwîq bê kirin divê dewlet  prîmên pembû zêde bike. Îskenderoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo serê kîloya pembû em TLyek prîm dixwazin. Sala borî 75 qirûş bû. Pembû mahsûleke stratejîk e. Diyarbekir pembûyê herî bi qelîte hildiberîne. Pembû ji erdan bigre heta di fabrîkayên tekstîlê de qadên kar vedike. Di serî de bihaya mazot û tiştên kimyewî yên mîna wan bê kêmkirin. Hikûmet KDV daxist, lê fîrma bi zamên ku kirin cihê vê daxistinê dagirtin. Bihaya mazot û gubrê hat zêdekirin. Ji cotkar para TRTê tê standin. Divê OTV bê paqijkirin. Ma ji kesên ku dihilberîne OTV tê xwestin?”

“Ger em pembû nehilberînin ew ê dewlet pembû bi dolaran ji derve bistîne”

Cotkarên bi navê Yasîn Tunç, Eşref Mutlu û Îbrahîm Demîrcan jî di debrarê mijarê de ji bihaya mazot û gubrê gazin kirin û wih axaivîn: “ Ger em pembû nehilberînin ew ê dewlet pembû bi dolaran ji derve bistîne. Gubre, mazot gelek biha ne, tu kes pembû naçîne. Her wiha mesref û karkeriya wê jî zêde ye. Divê di mazotê de destek bê dayîn û bihaya gubrê jî bê daxistin.”(ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe