Hilweşîna Li Bangladeşê

Li Dakkaya paytexta Bangladeşê, çar roj berê, fabrîkayeke tekstîlê ya 8 qatî hatibû xwarê. Tê îfadekirin ku, di hadîseyê de hejmara miriyan zêde dibe.

Li Dakkaya paytexta Bangladeşê, çar roj berê, fabrîkayeke tekstîlê ya 8 qatî hatibû xwarê. Tê îfadekirin ku, di hadîseyê de hejmara miriyan zêde dibe. Xebat û fealiyetên rizgarkirinê dewam dikin. Feqet hat îfadekirin ku, heta niha 304 kesan can dane. Dora 761 kes jî winda ne.

Tê gotin ku di derbarê kesên winda de, agahî ji merivên xebatkaran hatine stendin. Bi xebatên rizgarkirinê heta niha 2 hezar û 348 kes ji bin kavilan hatine derxistin.

Hikûmeta Bangladeşê ji bo van bînayên ne saxlem, heta niha tu me’melê nekiriye. Bînayên wiha nayên kontrolkirin. Her sal ji ber van bînayên nesaxlem, hadîseyên hilweşînê diqewimin û gelek kes can didin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar