Neteweyên Yekbûyî tesbît kir ku Îsraîla rejîma terorê, zêdetirî 10 hezar mal xera kirine.
Di êrîşan de pirê binesaziya Ğezzeyê xerabû. Paqijkirina avê û şebeka kanalîzasyonê jî xisareke mezin dîtine. Her wiha santrala elektrîkê û tesîsên sihhetê jî bûne hedefa êrîşan.
Serokê belediya Ğezzeyê Nîzar Hîcazî da zanîn ku di êrîşên siyonîstan de, ji ber xerabûna binesaziyê bi qasî 50 milyon dolar xisar pêk hatiye.
Konfederasyona Sanayîyê ya Filistînê da zanîn ku 195 bînayên dezgeh xerabûne. Ekonomî bi van hilweşînan zirar dîtiye. Nexasim sektorên zîraet, tekstîl, ğida û mobîlyayê zirara mezin dîtine. Sanayiya Ğezzeyê nêzî 47 milyon dolar xisar kiriye.
Xisar û hilweşîna li Ğezzeyê, ji peyka Tirkiyê Gökturk-2ê ve jî hate kişandin.
Çınarın Sesi