Hindikbûna rekolteyê bû sedema zêdebûna bihayê fistiqan

Li Entaba ku ji navendên herî girîng a hilberînên fistiqan e îsalrekolte ji ya ku dihat hêvîkirin kêmtir derket ku ev yek jî bû sedema bihabûna fistiqan.

Li Entabê fistiqa ku  her sal kîloya wê 10 lîre bû îsal ji ber kêmbûna rekolteyê îsal di navbera 20-25 lîreyan de tê firotin.

Serokê Lijneya Birêveberiya Komeleya Pîşêsaziyên Fistiqan ê Entabê Neşet Uçar derheqê mijarê de diyar kir ji ber ku îsal baran kêm bariyaye û ji ber ku havîn jî pir germ bû û fistiqan şewitand rekolte kêm bû  û ev yek jî bihaya fistiqan zêde kir.

“Mahsûla sala 2017an encax gihaşt ji sedî 25-30î”

Uçar di berdewama axavtina xwe de diyar kir her sal rekolte nêzî 130 tonî bû, lê îsal tê texmînkirin ew ê rekolte 50 ton be. Uçar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van salên dawî de nexasim ji ber ku xerîdar û xerca fistiqan zêde bû, baran kêm bariye û hewa pir zêde germ bû mahsûla sala 2017an encax gihaşt ji sedî 25-30î. Ev yek jî di warê rekolteyê de teqabûlî di navbera 30-50 tonî dike.”

“Bihaya fistiqan îsal ji sedî 80 zêde bûye”

Uçar diyar kir bihaya fistiqan li gor sala borî ji sedî 80 zêde bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Sedema herî girîng a mişkîleyên me dewirnekirina mehsûla sala borî bo îsal e. Ger em bihayan bidin ber hev, bihaya fistiqan îsal ji sedî 80 zêde bûye. Lê tiştekî ku hilberîneran kêfxweş dike heye ew jî bihabûna heqê fistiqan e ku ev yek bû wesîleya qezenckirina wan.”(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin