Hiqûqa Xurtan

Bersûcê doza Ergenekonê Mustafa Balbayê parlementerê Chpê, berî niha 34 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn

Bersûcê doza Ergenekonê Mustafa Balbayê parlementerê Chpê, berî niha 34 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn. Dora 4 sal û nîv di hepsê de ma û bi qirara mehkema qanûna esasî jî hat berdan. Li ser berdana bersûcê Ergenekona şebeka terorê, tepkî û bertek dewam dikin.

Di bertekan de bal dikşînin ser vê yekê ku di hiqûqê de, du standardî tê meşandin. Hiqûq ji bo kesên hêzdar e. Hiqûq li pişta kesên xurt e.

Rojnameya Doğruhaberê vê hefteyê ev xeber da ser manşeta xwe. Qezetê beyan kir ku hinek kesên ku ji doza Hîzbûllah girtîbûn, digel mehkemebûna wan bi ser deh salan ketibû jî nehatin berdan.

Di sala 2011an de ji ber berdana hinek mensûbên doza Hîzbûllah, medyayê dest bi kampanyaya lînçê kiribû. Ji lew dîsa ji bo wan, qirara girtinê derxistibûn.

Qezetê cî da beyanên parêzer Murat Sadak. Sadak dide zanîn ku di hiqûq û medyayê de, minafiqtî tê kirin. Sadak wiha got: “Hinek goya profesor, doçent û xoceyên zanîngehan, derketin bernameyên televîzyonan. Li ser girtîbûna zêde nesekinîn. Lê li ser berdana miwekkîlên min ew qas peyv serf kirin. Hecî Înanê miwekkîlê min, pey girtîbûna 11 salan, hat berdan. Lê piştî 13 rojan, dîsa bi dosyeke sexte hatibû girtin. Ev awayî, hiqûqa ji bo kesên xurt derdixe hole.”

BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar