Hisûmeta ku bi salan e berdewam dikir bi aştiyê bi dawî bû

Li Diyarbekirê hisûmeta ku ev 6 sal e di navbera 2 malbatan de berdewam dikir bi bernameya aştiyê ya ku hat tertîpkirin bi dawî bû.

Hisûmeta ku ev 6 sal e li gundên Bîra Bizan û Kevirşîna girêdayê Çinara Diyarbekirê berdewam dikir bi hewildanên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Eşîra Metîna bi aştiyê bi dawî bû.

Qeymeqamê Çinarê Îsmaîl Şanli,  Mahmut Kilinçê Endamê GÎKÊ yê HUDA PARê, Şeyhmûs Tanrikulu , Fatîh Analê ji rîspiyên heremê û Ebubekîr Balê  Parlamenterê  AK Partiyê beşdarî bernameya lihevhatinê bûn.

 Di bernamê de her du terefên bi hisûmet destên hev girtin û hev hemêz kirin.

Bernameya aştiyê bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi axavtina Waîzê navçeya Sûrê Yusuf Durmaz berdewam kir. Durmaz di axavtina xwe ya ku kir Xweda vî dînî ji bo însan hizûra exret û dinyayê tesîs bikin şandiye.

 “Em mensûbê dîneke ku ji me re biratî û digelheviyê emir dike ne”

Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Eşîra Metîna Esat Gungorur  diyar ew temennî dike ku ev aştî û lihevhatin ji kesên hisûmetdar ên din re bibe mînak. Gungorur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em hewildanên  mezinên malbatên Ozdemîr û Ozyilmaz teqdîr dikin. Înşallah ev xîret û hewildana van malbatan ew ê ji malbatên din ên bi hisûmet re bibe mînak. Em mensûbê dîneke ku ji me re biratî û digelheviyê emir dike ne. Ê ku me tînê bal hev û me ji hev re dike bira Xweda ye. Em Misliman mecbûr in ku weke Xwedê bikin ne weke şeytên.Ger em berê xwe bidin Xweda, wê demê tu kes nikare dijmintiyê têxe nav me.”

 “Em ji zarokên xwe re aştiyê wek mîrasê bihêlin”

 Serokê Komîsyona Aştî û Îstîşareyê yê Eşîra Metîna  Naşît Temellî jî qala ehemiyeta perwerdehiyê kir û diyar kir pêwîst e em ji zarokên xwe re aştiyê wek mîrasê bihêlin. Temellî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li herem û welatê me bûyerên ku nayên xwestin diqewimin. Cardin derket holê ji bo pêşiya van bûyeran û yên mîna wan bê girtin ka perwerdehî çi qas bi qedr û qiymet e. Ev aştî û lihevkirina ku çêbûye ez bawer dikim ku ji wan mensûbên eşîrên me yên din ên ku bi hisûmet in re bibe mînak. Ez bi vê wesîlê ji wan kesên ku di vê roja şad de li ba me ne re teşekur dikim. Em ji zarokên xwe ne neyartiyê mîraseke dostane bihêlin.”

Mahmut Kilinçê Endamê GÎKê yê HUDA PARê piştî bernameya aştiyê ji ÎLKHAyê re diyar kir jixwe tiştê ku esil di Îslamê de hasil e aştî ye. Temenniya ew e ku ev lihevhatin ji malbatên din ên bi hisûmet ên li heremê re bibe nimûne  û dîsa em temennî dikin ku dijmintiyên bi vî awayî yên li heremê bi aştiyê bi dawî bibin.”

Şerîf Temelliyê Mezinê Eşîra Metîna jî diyar kir her çi dibe bila bibe ew aştiyê tewsiye dikin.(ÎLKHA)












































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe