Li Hollandayê meclîsa temsîlkaran, şandina patriyotan tesdîq kir. Hollanda, bi xwestina NATOyê, di 8ê Çileyê de 2 sîstemên parastina fuzeyê û 360 eskeran, bi gemî dişîne Tirkiyê. Hat gotin ku wê eskerên Hollanda, qederê salekê li Tirkiyê bimînin. Maliyeta mesrefa wan jî, wê ne kêmî 42 mîlyon Yuroyê be.
Her wiha Elmanya û Emrîka jî, patriyot û eskeran dişîne Tirkiyê. Tirkiye û Nato îddîa dikin ku wê patriyot ji bo parastinê, li ber îhtîmala êrîşa hêzên Esed bên bicîh kirin. Îran li ber van sîstemên patriyotan e û diyar dike ku wê ji bo herêmê tu feydeyê pêk neyne. Rûsya jî ji van sîstemên patriyotan bi endîşeye.
Hinek pispor îfade dikin ku Tirkiye bi van sîstemên patriyotan û eskerên ecnebî, xwe dixe bin kontrol û meqsedên welatên rojava. Li aliyê din, Beşar Esadê ku nikare bi muxalîfan re serî derxe û dixwaze bi Tirkiyê re têkiliyên xwe xweş bike, gelo ewê çawa êrîşî Tirkiyê bike?
Bangaheq