Destûr nehat dayîn ku Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya biçe Serkonsolosxaneya Tirkiyê û polêsên Hollandayê wê ji welêt deresînor kirin.
Ji Serkonsolosxaneya Tirkiyê re çend emtre mabû da Wezîr Kaya bigihêje wira lê polêsên Hollandayê destûr neda ku Kaya nêzîkê serkonsolosxaneyê bibe. Her wiha polêsan hewl dan ku wesayîta wezîrê bi wîncê ji wir bikêşin. Piştî vê yekê Wezîr Kaya mecbûr ma ji wesayîtê derket. Dûvre bi wesayîteke din polêsan wezîrê ji hawîrdor dûr kirin.
Kaya di hesaba xwe ya twîtterê de wiha daxuyanî da: “Nirxên însanî û demokratîkê hat binpêkirin. Niha ez ji sînora Nîmejganê ve ber bi Almanyayê ve diçim. Ez li ser navê gelê xwe vê yekê şermezar dikim. Divê ku li dijî vê muemeleya faşîst li ser navê dinyaya demokrasiyê tevger bike! Ev muemeleya ku li pîrekeke ya wezîr hatiye kirin nayê qebûlkirin.”
Her wiha li ber konsolosxaneyê gelek Tirk protesto lidarxistin. hemwelatiyên ku ber konsolosxaneyê sekinandî man Merşa Îstîklalê xwendin û tekbîr avêtin. Hat destnîşankirin ku polêsan midaxaleya gelê hawîrdor kirine û li herêmê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Hat destnîşankirin ku ji ber helbesta Holandayê jî li Serokonsolosxaneyên Stenbol û Enqerê jî protestoyên li dijî Hollandayê hatine lidarxistin. (ÎLKHA)