HUDA PAR bang li Kurdan kir: Rê nedin wan kesên ku amade ne xwîna Kurdan birjînin

Şeyhmus Tanrikulu di daxuyanîya ku belav kir de bang li Kurdan kir da ku ew fersendê nedin emperyal û faşîstan. Tanrikulu her wisa di daxuyanîya xwe de bang li Kurdan kir da ku haya xwe ji xwe bikin û bila 6-8ê Cotmehê yên nû pêk neyên.

Tanrikulu di daxuyanîya xwe de destek ji Kurdan xwest û wiha got: “"Ey xuşk û birayên min ên Kurd ên xwedî wijdan û cesaret! Ji bo ev meseleya ku sed sal e dewam dike û her tim tê sûîstîmalkirin li meclîsê bi rêya siyasetê çareser bikin, werin deng û destekê bidin me. Rê nedin wan kesên ku amade ne xwîna Kurdan biherikînin û firsetê nedin wê bloka faşîst a ku Kurdan berî hev dide. Ey xuşk û birayên min ên Kurd ên xwedî eqlê selîm! Bila zarokên me ji hevdû re nebin dijmin û bi kîna hev mezin nebin.. Bila hizûr û sikûneta mewcûd a li memleket berdewam bike…Bila çek heta ebed bêdeng bimînin…Bila dayik di pey wan zarokên xwe yên ku hatine revandin de negirîn… Bila navê Kurdan ne bi terorê; bi perwerdehî, zanist, çand û hûnerê bê zikirkirin… Werin em li dijî emperyalistan, wê dîroka Kurdan a ku di sedsala nû de li ser bingeha refah û aştîyê bilind dibe ji nû ve bihevre binivîsînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye