HUDA PAR bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan peyama taziyê weşand

Ji teref HUDA PARê ve bo kesên ku di erdheja ku li ser sînora Kurdistana Iraq û Îranê qewimî de jiyana xwe ji dest dan peyama taziyê hat weşandin.

Navenda Giştî ya HUDA PARê  di peyama ku weşand de erdheja ku di 12ê Mijdarê di derdora seat 21.18an de li ser sînora Kurdistana Iraq û Îranê pêk hat di bîran hat xistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin li gor agahiyên dawî yên ku hatine wergirtin ji ber erdheja ku pêk hat li herema Kirmanşahê 328 kes jiyana xwe ji dest dan û  zêdetirî 5 hezar kesan birîndar bûn, li derdora Silêmaniya Kurdistana Iraqê jî 7 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûn. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ji Xweda ji bo wan kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane rahmet û ji bo kesên birîndar şifa û bo malbata wan jî sebrê niyaz dikin. Rebbê me temamê alema Îslamê ji musîbet û belayan muhafeze bike û di tengasî û firehiyê de şiûra xwedîderketina li hev bide Mislimanan. Em hêvî dikin ku hejmara kesên mirî zêdetir nebe û Xweda silametiyê bide birayên me yên ku bûne mexdûrê erdhejê.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da