Namzetê serbixwe Zekerîya Yapicioglu, ji bona ji ehlê gundan piştigirîye teleb bike serdanên xwe yên gundan didomene.
Zekerîya Yapicioglu, digel serokê HUDA PARê ya bajoraka Sûrê çûne gundên Kadîya Biçûk,Karanas û Bubyayê yên ku giredayî bajoraka Sûrê ne.Di dema ziyaretê de dîmenen gelekî xweş û germ derketin holê.
Yapicioglu li gundên ku çû ziyareta wan him gazin û gilîyên gundîyan guhdar kir û him ji xelkê gund re daxwazîyên xwe anî ziman.
Yapicioglu di serdanê de ji ehlê gund re wiha got: “ Emji we him teleba diayê dikin û him jî ji we dixwazin ku di hilbijartinan de piştgirîyê bidin me. Heger em bi piştgirîyên we têkevin meclîsê em ê li wê derê hewl bidin da ku bi şiklekî baş temsîlkarîya we bikin.”
“HUDA PAR bû hêvîya herêmê”
Ehlê gund di derbarê serdan û xebatên HUDA PARê û derbarê pirsgirekên gund de hest û ramanên xwe wiha anîn ziman: “ HUDA PAR bûye hêvîya herêmê. Lewra waye ev bû 30-40 sal e ku her kî hatibe hilbijartin ji vir re xizmet nekir. Me qet fêdeya wan nedît.”(ÎLKHA)