HUDA PAR çû herema erdhejê

Serokê Bajêra Semsûrê yê HUDA PARê Alî Çelîk û heyeta pê re çûn Samsata ku navenda erdhejê bû û li cihê erdhêjê lêkolîn kirin.

Piştî erdheja 5,5an a ku li Semsûrê Serokê Bajêra Semsûrê yê HUDA PARê Alî Çelîk û heyeta pê re çûn Samsata ku navenda erdhejê bû û li cihê erdhêjê lêkolîn kirin. Heyet hemwelatiyan ziyaret kirin û mişkîleyên wan guhdar kirin.

Piştî lêkolînên hatin kirin re Çelîk di debrarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku tiştek bi tu kesî nehatiye ew kêfxweş û dilşad in.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber erdhejê gelek xanî zirar dîtine  û hemwelatî nikarin têkevin malên xwe. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me li mekteb û xaniyên derdorê yên ku zirar dîtine lêkolîn kir. Her wiha me hemwelatiyên ku malên wan di erdhejê de zirar dîtine ziyaret kir.  Li gundên ku erdhej çêbûbû jî me lê lêkolîn kir û rewşa ehlê gund pirs kir. Hemd ji Xweda re ku di erdhejê de tiştek bi tu kesî nehatiye.”

Çelîk di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê hikûmet demildest ji kesên ku di erdhejê de mexdûr bûbe re alîkarî bike û wiha dawî li axavtina xwe anî: “  Heta ku rîska erdhejê xelas bibe bila tu kes nekeve malên xwe û divê em li hember musîbetan bi sebr û qerar bin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe