HUDA PAR çû taziya malbatên karkerên ku di hezazê de jiyana xwe ji dest dan

Heyeta HUDA PARê li Şirnexê çû taziya malbatên karkerên ku di hezazê de jiyana xwe ji dest dan.

Di hezaz ku di li Şirnexê di madeneke komirê pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dabûn û karkerek jî birîndar bûbû. Heyeta HUDA PARê li Şirnexê çû taziya malbatên karkerên ku di hezazê de jiyana xwe ji dest dan.

Heyeta ku di nav de Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok, Endamê GÎKê Mahmud Kilinç, Serokê Bajêra Şirnexê Abdullah Kilinç û partiyî hebûn digel hev çûn  taziya malbatên karkerên ku di hezazê de jiyana xwe ji dest dan û sersaxî dan malbatan.

Aydin Gokê ku piştî ziyaretê daxuyanî da derbarê mijarê de diyar kir di rabirdûyê de jî gelek facîayên mezin ên madenan pêk hatine û di warê ewlehî û tenduristiyê kar de tedbîrên ku tên standin ne bes in.

Gok di berdewama axavtina xwe de diyar kir mixabin niha qezayên kar berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha jî qezayên kar berdewam dikin û hinek ji van qezayan dikarin wek cinayetên kar bên hesibandin. Ger tedbîr neyên standin û qezayên bi mirin pêk bên ji vê yekê re qeza nikare bê gotin. Em hêvî dikin ku qezayên bi mirin pêk neyên. Lewra qezayên kar pêşveçûna welatekî nîşan didin. Em hêvî dikin ku dewlet di warê ewlehiya kar de tedbîrên pêwîst bistîne û temamê  rayedaran divê di vî warî de bi dîqqet bin. Standina tedbîran ji teref dewletê ve ne bes in, dîsa divê xwediyên kar û karker jî li gor van tedbîrên ewlehiyê hereket bikin.”

Gok di dawiya axavtina xwe de bo karkerên ku jiyana xwe ji dest dane ji Xweda efû û mexfîretê teleb kir û dû re  balan kişand li ser bêkariya li heremê û destnîşan kir  divê dewlet wê cudahiya mezin a  kar ya di navbera hereman de  demildest bigre û divê pêşaniyê bide heremê. (ÎLKHA)

 














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”