HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Ji tûra bisikletê ya bi navê ‘Ji bo Qudsê Rê Vekiriye’ ya ku dê ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê ve  hatibana tertîpkirin re  ji teref Walîtiya Stenbolê ve destûr  nehat dayîn,  ji ber vê yekê ew ê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.

Ew ê ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê ve ji bo bal bên kişandin li ser zilm û tehdayiyên ku ji teref siyonîstan ve li Filistîniyan tên kirin, dê li Stenbolê tûra bisikletê ya bi navê ‘Ji bo Qudsê Rê Vekiriye’ hatibana tertîpkirin. Lê belê ev tûra bisikletê ji teref Walîtiya Stenbolê ve hat astengkirin. Ji ber vê destûrnedayîn û astengkirinê dê ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê ve li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst  daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.

Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin  “Bo qatlîamên siyonîstan bên telînkirin û bo sepanên neheq ên Walîtiya Stenbolê bên şermezarkirin îro di seat 16.00an de  Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk û Serokê Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Adem Aksu heta ber konsulxaneya siyonîstan pedalan bizivirînin û dê di seat 17.00an de li wê derê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe