Di dema ziyareta ku hat kirin de Yapicioglu serkeftinê ji Karamollaoglu re xwest û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez temennî dikim ev guhertina di Partiya Saadetê de ji bo millet, memleket, alema Îslamê û ji bo Partiya Saadetê bibe wesîleya xêran. Musabeqeya di xêran de xweş e. Bi heman awayî ev pêşbirka di warê xêran de erkek e. Em dixwazin di meseleyên memleket de, di tiştên bixêr de û tiştên ku dê bibin wesîleya xêrê de bi temamê birayên xwe –him komên siyasî, him partî û him jî sazîyên siwîl- re tiştinan bikin. Di vê mijarê de ezm û qerara me û xeyreta me heye. Bi ya me heman fikir bi we re jî heye.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew hêvî dikin ev ziyaret bibin wesîleya vebûna derîyên xêran û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Cardin wezîfeya we ser xêrê be. Xweda muweffeq bike.”
Karamollaoglu ji ber ziyareta ku hatiye kirin memnuniyetên xwe anî zimên û ji Yapicioglu re teşekkur kir.
“HUDA PAR dê sûdeke girîng bide siyaseta Tirkiyê”
Karamollaoglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir HUDA PAR dê sûdeke girîng bide siyaseta Tirkiyê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li her derê şidet belav dibe, ew tiştên ku nû pêk tên weke ku dibin sedema rageşiyan. Li Ewrûpayê tevlîhevî heye. Herema me ji tevan tevlîhevtir e. Tiştê ku me xemgîn dike di nav kar de hebûna şidet, xwîn û hêstirên çavan e. Ji ber wê yekê em mijara herî girîng bi tefekkurê ve girê didin. Ger ku însan mişkîleyan baş tahlil bike, tesbîtên rast bike û teklîfên rast ên çareseriyê bîne dê ev yek bê çareserkirin. Nexasim em hêvî dikin HUDA PAR dê sûdeke girîng bide siyaseta Tirkiyê. Hemd ji Xweda re em her du camia jî di bingeha xwe de heman baweriyê dihewînin. Ew ê prensîba me ya baweriyê dê rê nîşanî me bide.”(ÎLKHA)