HUDA PAR derheqê bûyera ku li Erziromê pêk hat de daxuyanî belav kir

Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Navenda Giştî ve hat belavkirin de hat destnîşankirin navê HUDA PARê li meseleyeke wisa tevlîkirin ew xemgîn kiriye.

HUDA PAR derheqê bûyera ku li Erziromê pêk hat de daxuyanî belav kir

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “ Doh li Erziromê di dema mîtînga cenahê muxalefetê de hinek bûyer pêk hatin ku navê partîya me di nav vê meseleyê de hat zikirkirin. Vê yekê em xemgîn kirin. Ti endamekî me tevlî vê meseleyê nebû û şiddet ji teref partîya me ve şêwazeke meşrû nayê qebûlkirin. Digel vê yekê ev bûyerên ku rû dan ji ber polîtîka û gotinê tundwar ên muxalefetê ya ku bi rojan bi kar tîne ye. Bi vê wesîleyê em wek partî bang li temamê partî û endamên çapemenîyê dikin da ku terka wê zimanê tundîyê bikin û dev ji adeta sorkirina xelqê berdin. Her dawî divê bê gotin ku ew ê derheqê wan kesên derheqê me de van tiştên nerast dibêjin de pêvajoya hiqûqî ji teref partîya me ve bê destpêkirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Mêrdînê 200 donim erd şewitî
Donald Trump: Biden, ji bona ku mişkan Trans bike 8 milyon dolar xerc kirîye
Parlamenter HUDA PARê Şahzade Demîr beşdarî xebatên lêgerîna Onurcanê ku ev bû 6 roj e winda ye bû
Mehdî el-Meşat: Ji bo balafirên rejima sîyonîst talûke dest pê dike
Trump: Li Xezzeyê agirbest pir nêz e