HUDA PAR di derbarê êrîşa li Ortakoyê de daxuyanî da

NAVENDA NÛÇEYAN - HUDA PAR di derbarê êrîşa li Ortakoya Stenbolê hat lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca eslî ew e bi tevlêhevên ku di encama wê de bi milyonan însan dimirin pêk werin.

HUDA PAR di derbarê êrîşa li Ortakoya Stenbolê hat lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanc ew e wekê Sûrî têvlêhev çêbe û bi milyonan însan bimirin.

Di daxuyaniya ku bal hat kişandin ev çendîn sal e ku li erdnîgara Îslamê xwîn diherike de hat diyarkirin ku êrîş li mizgeft, türbe, ciyên bazaran, qadên mîtîngan, rawestgehên otobusan, li ber stadyuman bombe tên teqandin û bi çekan însan tên qetilkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî her êrîş û qetlîamê komên ji hev cuda hev sûcdar dikin. Ev yek jî jihevbûnê kûrtir dike. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Pêwîst e ku neyê ji bîrkirin ku armanca wan kesên van êrîşan lidardixin ew nîne ku bi dehan kes werin kuştin. Armanca eslî ew e ku wekê li Sûrî tevlêhevbûnên ku dibe sedema mirinên bi sed hezar kesan pêk were, şerên navxweyî derkevin û aramî û aştiya civakê xera bikin.”

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Destê me de ye ku em van hesaban ser û bin bikin. Heke ji helwestên ku wek xizmet êrîşên wan zêde dikin birevin dê hesabên wan xera bibin. Ev êrîşên wiha dênamêt dixe bin memleket û însanên me. Kesên ku vê fitîla agirê pê dixin ew kesên ku ji bo jihevbûna civakê tên bikaranîn in.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ser van hedîseyên elîm hewl tê dayîn ku rant bên bidestxistin. Ev yek jî dere mirovahî ye û ev kes bes hêstirên tîmsahê dirêjin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin kesên ku van êrîşan lidardixin û hewl tê dayîn ku berjewendî û menfaetên xwe pêk bînin şermezar dikin. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye