HUDA PAR di derheqê islah û îmarkirina Sûrê de raport weşand

Serokatiyê Bajarê Diyarbekir ê HUDA PARê di derbarê islah û îmarkirina Sûra ku lê operasyon bi dawî bûne de raport amede kir, raporta islah û îmarkirinê bi raya giştî re hat parvekirin.

Serokatiyê Bajêrê Diyarbekir ê HUDA PARê di derbarê  islah û îmarkirina Sûra ku lê operasyon bi dawî bûne û ji ber pevçûnan gelek tahrîbat lê pêk hatine de raportek amede kir, raporta islah û îmarkirinê bi raya giştî hat parvekirin.

Serokê Bajêrê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şêxmûs Tanrikulu  di avahîya partiyê de bi endamên çapameniyê re civînek li dar xist  û  di derbarê raporê de bi endamên çapemeniyê re agahiyan parve kir.Tanrikulu di  civîna ku li dar xist de diyar kir ji bona mexdûrtiyên ku pêk hatine  ji rastê werin hilanîn  divê komîsyoneke ku tê de  amîrên mulkî û  sazîyên civatî yên siwîl ên ku li bajêr tesîrdar in hebin  bê damizrandin.

Şêxmûs Tanrikulu di berdewama axavtina ku kir de diyar kir divê cihên mîna Sûrê têkevin nava çarçoveya bobelatê ku ev yek jî  hewcitiya adalet û însanetîyê ye û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber pevçûnên ku li navenda bajêr hatin kirin  herî zêde xelk mexdûr bû.”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew di her platformê de diyar kirine ew li dijî pevçûnan e û her wiha partîyên siyasî, sazîyên  civatî yên siwîl  û temamê rîspiyên heremê van şerên ku li navenda bajêran tên kirin rexne dikin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sedema vê tehrîbat û xerakirinê  fanteziya şoreşa îdeolojîk ya PKK û rêxistinên çepgir in ku ev yek jî aşîkar e. Heta ji ber pevçûnên siyasî û eskerî yên li Rojhilata Navîn  rêxistin hewl da ku ji aliyê rêxistinî ve fedê jê bigire û di vê çarçovê de destek û piştgiriya Emrîka û Rûsyayê stand  û bi vî awayî xelkê kir hedef û  wan da ber  lûle û topan. Ev kiryara ku hatiye kirin  ji vî xelkî re îxaneta herî mezin e.”

 “Cihên mîna Sûrê divê texin nava bergeha bobelatê”

Tanrikulu di civîna ku li dar xist de di derbarê  mijarê de diyar kir ew di tarîxên cûda de bi nîştecî û esnafê Sûrê re hatine bal hev û wiha pê de çû: “Hemû kes dizane dema ku li bajarên xerbê qezayên kar û bobelatên xwezayî pêk tên dewlet li wan çawa xwedî derdikeve û alîkariyê ji wan re dike. Ew tahrîbat û mexdûrîyeta ku li Sûrê ye bi van re nikare bê qiyaskirin. Ji ber vê yekê divê cihên mîna yên Sûrê texin nava bergeha bobêlatê ku ev yek jî ji adalet û însanetîyê ye.Her wiha  amîrên mulkî, rayedarên sazîyên fermî û  hêzên ewlehiyê  divê li dijî xelkê mirovperwertir  tevbigerin û  di derbarê guhdarî kirina pirsgirêkan, çareserî û çareserîya pirsgirêkan de jî divê STK an jî  hikûmetê agahdar bên kirin.

Dema gavên ku ji teref hikûmetê ve hatin avêtin ne bes bin divê tiştinan nû bên kirin û hewl bê dayîn da ku mexdûrtîya xelkê ji rastê bê rakirin.Divê alîkariya wê xelkê ku mexdûr bûye bê kirin û xaye tenê ji xelkê re kirina xizmetê be.

 “Komisyoneke ku tê de amîrên mulkî yên mehelî û  STK  hebin bê damizrandin”

Tanrikulu di derbarê mijara ji rastê rakirina pirsgirêkan de jî wiha axivî: “Ji bona  mexdûrtiyên xelkê me ji rastê bên rakirin divê komisyoneke ku tê de amîrên mulkî yên mehelî û  STK  hebin bê damizrandin.Bi damizrandina vê komisyonê divê pirsgirêkên xelkê zûtir bên çareserkirin û bi vî awayî divê pêşîya neheqî û bê adaletiyan bên girtin.”

Pevçûnên ku li navçeya Baglarê  pêk hatine

Tanrikulu di dawiya axavtina xwe de di derbarê pevçûnên ku pêk tên û qedexeya ku hatiye îlankirin de jî wiha axivî: “Rewşa Sûr, Farqîn, Cizîr, Dêrik û Nisêbînê di holê de ye. Gelo ew kes van deran azad kirin ku dest bi Kaynartepeyê kirin? Hemû kes vê dibîne. Kolana çalan û  danîna barîkatan ji mexdûrtiyê pê ve tu tiştî nade xelkê. Her çiqas ev werin zanebin û ev xeletî werin gotin jî  van bûyeran bi israr didin domandin ku ev yek jî zirarê pê ve tu tiştî nade xelkê me.  Tiştên ku hatiye serê Sûrê di holê de ye.Heger van tiştan bînin serê Kaynartepê jî  ev zilma herî mezin.”(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye