HUDA PAR: "Divê mafê bi zimanê zikmakî bê dayîn û Kurdek karibe temamê dersên xwe bi Kurdî bibîne”

Metîn Kayayê Serokê Karên Perwerdehîyê yê HUDA PAR di bernameya ku di Rehber TVyê de tê weşandin de balan kişand li ser muşkîleyên di warê perwerdehîyê de.

“Divê mafê bi zimanê zikmakî bê dayîn û Kurdek karibe temamê dersên xwe bi Kurdî bibîne”

Kaya di bernameya ku beşdarî bû de derheqê zimanê Kurdî de destnîşan kir, divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û dû re wiha got: “Divê mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî bê dayîn. Dema ku qala vê yekê tê kirin tê diyarkirin ku ew ê welêt dabeş bibe. Li Çînê bi zêdetirî 140 zimanê mehelî perwerdehî yê dayîn. Li Swîsreyê bi zimanên Fransizî, Almanî, Îngîlîzî perwerdehî tê dayîn.Lê mixabin dema ku li Tirkîyeyê qala vê yekê tê kirin û tê gotin bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê, dibêjin ku ‘ew ê welat parçe bibe.’ Em ji roja ku hatine dinyayê virve bi zimanê xwe diaxivin, lê welêt parçe nebû.Osmanî li ser 3 parzemînan desthilatdar bû.Hemû kes bi zimanê xwe diaxivî.Osmanî ji ber vê yekê parçe nebû. Heta ku komare hat damezrandin li herêma me di medreseyan de zimên perwerdehîyê Kurdî bû, li Îranê bi Farisî bû û li Azarbeycanê jî Azerî bû û welêr dabeş û parçe nebû. Ji pola duyemîn ve di polan de dersa Îngîlîzî tê dayîn, lê belê tu kes zimanê Îngîlîzî hîn nabe.Ger ew zimanê ku di mal de tê axavtin di mekteban de pê ders neyê dayîn wê demê serkeftin dernayê holê.Divê Kurdek temamê dersên xwe bi Kurdî bibîne.”

“Ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê divê astengîyên li berê bên rakirin”

Kaya di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê divê astengîyên li berê bên rakirin û dû re wiha got: “Ger li welatî ji bo mamostetîya matematîk, fîzîk û Tirkî mamoste karibin bên perwerdekirin bi heman awayî ji bo Kurdî jî mamoste dikarin bên perwerdekirin. Wê pêşîya beşekê vekir, lê ev nes bes e. Divê hûn ji bo wan kesên ku vê beşa Kurdî xelas dikin garantîya kar û destheqeke baş bidin. Ger hûn vê yekê bikin ew ê xwendekar eleqe nîşanî bidin.”


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da