HUDA PAR: Em wan êrîşên ku ji ser qîza me ya biçûk a bi navê Narîn li me tên kirin şermezar dikin

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ew rojname, TV û nivîskarên ku hevsarên wan di destê siyonistan de ye ji ser meseleya Narîna ku li Diyarbekirê winda bû îftîrayan davêjin.

Di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî hat belavkirin de derbarê mijarê de ev tişt hatin gotin: “ Ew rojname, TV û nivîskarên ku hevsarên wan di destê siyonistan de ye ji ser meseleya Narîna ku li Diyarbekirê winda bû îftîrayan davêjin. Partîya me ji roja ewil vir ve çû ziyareta wê malbata ku qîza wê winda bûye, mesûlîyeta xwe ya însanî wijdanî bi cî anîye û di vê pêvajoyê de destekê daye malbatê.

Ew rezîl û qustaxên ku ji xwe re derewan kirine kar û meslek û ji însanîyetê nesîbê xwe negirtine û ew kesên bêheysîyet û beredayî yên ku windabûna qîzika biçûk ji emel û derewên xwe re dikin wasita dîsa li cihekî kom bûne.

Em ji we re meydanê dixwînin!!!

Dev ji malbata qîzikê berdin ger hûn îsbat nekin li gund bi xwe jî endamekî partîya me heye hûn bê şeref û bê namûs in.

Em van kampanyayên bi vî awayî yên derew bi tundî şermezar dikin û bang li raya giştî dikin da ku ji van derewan bawer neke, rastîyan bibîne û îtîbaran van derew û îftîrayan neke.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin