HUDA PAR: Ew çeteyên ku we ew “ji bo qelandina koka me” şandibû li Mêrsînê êrîşî standa me kirin

Wekîlê Serokê Giştî û Serokê Karên Hiqûq û Mafên Însanî yê HUDA PARê Îshaq Saglam derheqê êrîşa ku li Mêrsînê li partîya wan hat kirin de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de êrîşa ku hat kirin şermezar kir û wiha got:

“Ew çeteyên ku we ʾji bo qelandina koka meʾ şandibû li Mêrsînê êrîşî standa me kirin. Vê yekê qet ji eqlê xwe dernexin; sebra me pir zêde heye. Lêbelê em ne di xewa xefletê de ne û haya me ji tiştê ku tê xwestin bê kirin heye. Em baş dizanin hûn talîmata wan êrîşên bi ser #HÜDAPARʾê de ji kû û ji kî distînin.

@kilicdarogluk

@umitozdag

@hdpdemirtas

@mansuryavas06

Em bendewar in ew kesên ku hatine kirêkirin berî kêlîkê(@suleymansoylu) bên girtin. "(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?