Partiya doza Azad Huda Par, li ser niqaşên der barê irqçîtiyê de, beyanateke medyayî weşand. Di beyanatê de weha hat gotin “Huda Par fikrên faşîzmê yên ku irqê xwe li ser yên din dibîne, şermezar û telîn dike. Em nîjadperestiya Kurd û nîjadperestiya Tirk û hemî cûre irqçîtiyan şaş û qebîh dibînin.”
Di dewamiya beyanê de wiha hat îfadekirin “Hikûmeta AKPê, di vî warî de tenê partiyên CHP û MHPê tenkîd û rexne bike, xwe ji mesûliyetê xelas nake. Ji bo ku ev zihniyeta kor û kevn, bi temamî ji holê rabe, divê van tedbîr acîl û bilez bên girtin:
1-Di qanûna esasiya nû de, ev mijar li gor rûmetên însanî û Îslamî, di çarçova wekhevî, edalet û heqaniyetê de bê rêkûpêkirin. Fikra dewleta netewî divê bê terkirin.
2-Di qanûna esasî de, divê hemî madde û tetbîqatên ku cext li etnîsîteyê dixin rabin. Ewilî divê di sehayên ku nehewce ye di wan de pergal bê kirin de, mîna gotin, tetbîqat û marşên faşîzan, derhal bên rakirin.
3-Sonda ku bi zarokên mekteba pêşîn didin xwendin, divê bê rakirin. Lewra di vê sondê de, tê gotin ku kesên ne Tirk hebûna xwe fedayî hebûna Tirkan dike.
4-Divê ji çiya, kevir, caddeyan nivîsên ku, bîna irqçîtiyê ji wan tên û dibin sebebê cûdatiyê, bên rakirin.
Huda Par dixwaze kesên ku irqçîtî û nijadperestî dikin, dev j fikrên xwe yên kevn û kor berdin. Dewra înkarkirinê êdî qediya ye. Ji bo ku memleket têkeve rewşa jiyanbarê, hewce ye ku însan hev û din qebûl bikin û rêz û muhabbet ji hev re nîşan bidin.