HUDA PAR ji ber munasebeta salvegera wefata Erbekan daxuyanî da

Ji teref Navenda Giştî ya Partiya Doza Azad ve ji ber munasebeta 5emîn salvegera wefatê ya ji serokwezîrên berê Necmettîn Erbakan daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin Merhûm Prof.Dr. Necmettîn Erbakan  ji pêşveçûna siyaseta Îslamî ya Tirkiyê re peşîvantî kiriye û ji van fikrên wî hareketên Îslamî yên li Tirkiyê hema hema hemû tesîrdar bûne.

 “Berê xwe dabû erdnigarîya Îslamê”

Di daxuyaniya ku di derbarê Erbakanî hat dayîn de hat diyarkirin dema ku rewşa alema Îslamê ya niha li ber çavan bê girtin ew projeyên  eskerî, îqtîsadî û siyasî yên Erbakan ên ku di dewra xwe de ji bona alema Îslamê rabe li ser piyan hatibûn dayîn bi qedr û qiymettir dibin û dibin xwedîyê girîngiyê û wiha pê de hat çûyîn: “Divê rêvebirên welatên Îslamê demildest van projeyan tetbîq bikin.Lewra dema ku merhum Erbekan hatibû îqtîdarê ji bona van projeyan tetbîq bike berê xwe dabû erdnigarîya Îslamê.Ev yek wan kesên ku pişta xwe dabûn xerbê aciz kir.Dema ku ji vê çarçovê bê nihêrtin hingî ew ê darbeya 28ê Sibatê çima hatiye kirin baştir bê fêmkirin.”

Di dawiya daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de wiha hat ragihandin: “Em di 5emîn salvegera wefata merhum Erbakan de wî bi xêrê bi bîr tînin û em ji Xwedê Teala jê re rehmetê teleb dikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye