Navenda Giştî ya HUDA PARê di derbarê êrîşa bombeyî ya li Stenbolê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de berteka tûnd hat nîşandan û êrîşê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bal hat kişand ku hêzên tarî yên hêviya alîkariya hevkarên xwe ne de wiha hat destnîşankirin: “Kî dibe bila bibe kesê ku vê êrîşê pêk aniye bes ji emperyalîstan re maşetî û xulamtî kiriye.”
Tevahiya metna daxuyaniyê:
Doh êvarê li Beşîktaşa Stenbolê piştî maçê 2 êrîşên ji hev cuda hatine lidarxistin û di encama êrîşê de nêzî 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji 150 kesan zêdetir jî birîndar bûne.
Ji kî tê bila bê û hedef çi dibe bila bibe tetikkêşên ku vê êrîşê lidar xistine hêzên tarî yên mehelî an jî kûreyî û kesên ku ji van medet dixwazin em bi tûndî wan şermezar dikin.
Dema ku mirov li ciyê êrîşê û wextê êrîşê mêze dike tê fêmkirin ku hedef zayîatek mezintir bûye. Hedef çi dibe bila bibe bi tu wechê binasiya rêxistinên wiha tune ku vê yekê wek rê û rêbaz pêk bînin û di qadên ku gel dijîn de teqîn pêk bînin.
Ev êrîşa şermezarkirî ji bo ku hêzên emperyalîst ên siyasî, leşkerî, derûnî û stratejîkî têgihijin armanca xwe di erdnîrarên Îslamê de êrîş, cinayet û qetlîaman pêk tînin. Kî vê çalakiya terorî pêk tîne bila bîne bes ji hezên emperyalîst re maşetî û xulamtî kirine.
Em kesên ku vê êrîşê pêk anîne û hêzên pişta vê yekê tel’în dikin ûtemenî dikin ku kesên din nemirin. Xweda rehma xwe li kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bike û Xweda selametî bide birîndaran. (ÎLKHA)