HUDA PAR ji êrîşa li Wêranşarê hat lidarxistin re bertek nîşan da

Serokatiya Navçeya Wêranşarê ya HUDA PARê di derbarê êrîşa ku wek bombeyî doh bişev li navçeya Wêranşara Rihayê hat lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin.

Serokê navçeya Wêranşara Rihayê yê HUDA PARê Yakup Esmer di derbarê mijarê de daxuyanî da. Esmer di daxuyaêniyê de êrîşê bi islûbekî tûnd şermezar kir.

Esmer di daxuyaniyê de diyar kir ev bombeya ku hatiye teqandin aramî û pêşeroja gel kiriye hedef. Dûvre Esmer wiha diyar kir: “Erîşên wiha yên ku gelê belengaz û mesûm dikin hedef ji qaosê re xizmet dikin.”

Esmer bal kişand ser hebûna hêzên şerê yên ku hewl didin Tirkiyê jî bikin wekê Sûrî. Dûvre Esmer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qaosekî wiha dibe sedema felaketa me hemiyan. Em hemî di heman keştiyê de ne û heke ev keştî binav bibe dê em hemî bihev re bixeniqin.”

Esmer ragihand êrîşa ku doh bişev hatiye lidarxistin û êrîşên heman şiklê ew şermezar dikin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Xweda rehma xwe li kesên ku mirine bike û şîfa bide birîndaran. Em ji gelê xwe ya ku piştî êrîşê ji bo alîkariyê hewl dane re teşekur dikin û ji ber hesasetiya wan a di derbarê vê yekê de wan pîroz dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe