Navenda Giştî ya HUDA PARê bi daxuyaniya çapemeniyê ji qetilkirina Cafer Gîzliyê ku li Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref PKKyiyan ve hat qetilkirin re û ji êrîşa ku li Gokhan Dagtekîn hatiye kirin re bertekeke tund nîşan da.
Gokhan Dagtekînê ku di îdareya Bajêr a Edenê ya HUDA PARê de ye ji ber ku ji kesên ku xwestin li ber devê deriyê wî de çalan bikolin re destûr nedaye rastî êrîşê hat.Di derbarê vê mijarê de di daxuyaniya ku hat weşandin de wiha hat diyarkirin: “Ji ber ku rêxistina çekdar talîmata şidetê ji bona her derî daye li Edenê bûyer pêk hatin. Di vê çarçoveyê de hinek kes xwestin ku li ber devê deriyê Endamê me ya Bajêra Edenê Gokhan Dagtekîn barîkatan deynin. Endamê me ji ber ku destûr neda wan, rasta êrîşa wan kesan hat.”
Navenda Giştî ya HUDA PARê bi daxuyaniya çapemeniyê ji qetilkirina Cafer Gîzliyê ku li Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref PKKyiyan ve hat qetilkirin re bertekeke tund nîşan da û wiha ragihandin: “Dîsa di vê çarçoveyê de di organîzasyona ku ji teref Wezareta Werzîş û Ciwaniyê ve hat kirin de li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê Cafer Gîzliyê ku xwendevanê pola 11emîn e û bi nasnameya xwe îslamî dihat naskirin ji teref komek alîgirên rêxistina çekdar ve hatiye qetilkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin divê demildest di derbarê bûyerê de lêpirsîn bê destpêkirin û kesên ku di vê bûyerê de îxmala wan hebin bên darizandin.Dûvre wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Yekemîn berpirsiyarê vê bûyerê rayedarên Wezareta Werzîş û Ciwaniyê ne.Divê di derheqê van rayedarên ku ewlehîya zarokên ku ji wan re hatine teslîmkirin temîn bikin de lêpirsîn were destpêkirin, îdia bi hûrgilî divê werin lêkolîn kirin.Di derbarê wan kesên ku qesd, qusur û îxmala wan hebe de lêpirsîn bê destpêkirin û divê ew kes bên darizandin.”
Di berdewama axavtinê de di derbarê her du bûyerên ku pêk hatine de wiha hat gotin: “Em wek HUDA PARê naletê li failên her du bûyeran re tînin.Em ji birayê xwe Şehîd Cafer Gîzlî re ji Xwedê Teala rehmet û ji malbata wî re jî sebrê daxwaz dikin.”
Di dawiya daxuyaniya ku ji Navenda Giştî ya Partiya Doza Azad hatiye weşandin de di derbarê pêvajoya çareseri û pêvajoya pevçûnê de him dewletê û him jî PKKê hat rexnekirin û hat diyarkirin kiryarên van her dû terefan bû sedem xelk di navbera du agiran de bimîne û mexdûr bibe û mesûl sereke yên van bûyeran PKK ye.”(ÎLKHA)