Lijneya HUDA PARê ya ku Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî di nav bû mal û kargehên ku li Diyarbekirê di êrîşa bombeyî de zirar dîtibûn ziyaret kir û derd û kulên dikandar û xwedîyên malan guhdar kir.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut piştî ziyaretan daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Turgut di daxuyaniya ku di piştî ziyaretan da de destnîşan kir êrîş ji bo berjewendiya rêxistinê hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em jî cardin ji vê derê binê wê xez dikin û dibêjin, canê kesekî/ê ji 550 sendeliyan bi qedr û qiymettir e.Ji bo çend sendeliyan bi dehan însanên Kurd qetil kirin. Di êrîşê de bi sedan hemwelatiyên me birîndar bûn.Bi hezaran hemwelatiyên me hatin mexdûrkirin û ji ber ku ev kes nikarin di malên xwe de bimînin, mecbûrî di bin merdîwanan de an jî di enqazên malên xwe de şevên xwe diborînin.Kesinan hene ku heqê ku rayedar dane wan kêm dibînin.Digel vê tesbîtê ger ku pêdanî neyên dayîn û bi mehan bên sekinandin dê esnafê me yên Şernex, Silopî, Cizîr û yên mîna van deran îflas bikin.Evan dê bê rewşeke wisa ku ew ê nikaribin li malbat û zarokên xwe binêrin.”
“Armanca van ne heqên xelkê ye”
Turgut di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ji bo cardin bûyerên ku qezeba mirovan dişewitînin pêk neyên em terefan dawetî eqlê selîm dikin.Êdî wext hatiye ku xelkê me rûyê rastî yên însanên bi vî awayî bibîne. Armanca van ne heqên xelkê ye.Ev kes li gor berjewendiya rêxistina xwe hereket dikin.Di dîtina vê rastiyê de feyde heye.”
“Demildest divê mexdûriyet bên bi dawî kirin”
Piştî ziyaretê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şêxmûz Tanrikulu jî di derbarê mijarê de nirxandinan kir. Tanrikulu di nirxandinên ku kir de destnîşan kir tabloya ku tê dîtin mîna menzereyên Sûrî, Heleb û Kobanê ye.Tanrikulu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di bûyerên 6-8ê Cotmehê de gelek navçeyên herema me hatin serûbin kirin.Digel siyaseta çalan û barîkatan xelkê me hat mexdûrkirin.Weke ku hûn jî dizanin dema ku ev mexdûriyet berdewam dikirin di van pêlên dawî de êrîşên bombeyî yên ku xelkê me hedef digirtin hatin lidarxistin.Digel bombeya ku li Diyarbekirê hat teqandin bi hezaran însan û hemwelatiyên me mexdûr bûn.Di holê de hêj mexdûrên Sûrê hene û hêj mexdûriyetên wan berdewam dike;lê di ser vê yekê de 2 hezar malbatên din jî bûne mexdûr.Di ziyaretên ku em dikin de malbat nexasim diyar dikin ku tu cihên wan ên ku tê de bimînin nîne.Dewlet dikare ji bo van di otelan de cî veqîtîne, an jî wan dikare di TOKIyan de bi cî bike, bi vî awayî dikare dawî li mexdûrîyeta wan bîne.”
“Ev êrîşên ku li xelkê Kurd ê mezlûm û mustezaf hatiye kirin neqencî û pîsîtiya herî mezin e”
Tanrikulu di dawiya axavtina xwe de lenetê li êrîşa ku hatiye kirin anî û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê dewlet dawî li mexdûrîyeta esnaf û xwediyê malan bîne.Em van mexdûriyetên mezin cardin li ber çavan digrin û van êrîşên bombeyî telîn dikin.Nexasim em wê zihnîyeta ku dixwaze herema me bike Sûrî û Iraq telîn dikin. Ev êrîşên ku li xelkê Kurd ê mezlûm û mustezaf hatiye kirin neqencî û pîsîtiya herî mezin e.Dema ku mirov menzereke wisa dibîne wîjdana wî aciz dibe.Em cardin bang li raya giştî dikin.Em bangê li muxatabê vî karî dikin. Rêya ku hûn tê de diçin ne rêyeke rast e û rêyeke asê ye.Ji pêsîra xelkê me destên xwe bikşînin.Xelkê Kurd êdî rûyê we yê rast dîtiye.Hedef û armanca we ne heqên meşrû yên Kurdan e.Dibe ku hûn van êrîşan ji tetbîqkirina fanteziyên şoreşa çepgirên Tirk dikin û dibe ku hûn van êrîşan ji bo tetbîqkirina planên veşartî yên emperyaslîstan dikin.Xelkê me vê yekê heq nake.”
ÎLKHA