​HUDA PAR: Lazim e zamên ku li ceyran û gazê hatine kirin demildest bên betalkirin

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di daxuyanîya heftîyane ya partîya xwe de balan kişand li ser zamên ku li ceyran û gazê hatin kirin û derheqê vê yekê destnîşan kir, di nav bêdengîyê de zam hatiye kirin.

“Lazim e zamên ku hatine kirin demildest bên betalkirin”

Ramanli di daxuyanîya ku belav kir de derheqê mijarê de wisa nirxandin kir: “Digel zehmetbûna hilberînê û problema tedarikê ew ê problemên heyî mezintir bibin. Ji ber ku ji heqê ceyrana ku di zireatê de tê bikaranîn re jî zam hat kirin ew ê heqê temamê mehsûlên çandinîyê jî zêde bibe. Di talîyê de ew ê dîsa welatî zirarê bibînin. Divê rayedar li hember vê yekê xwe kerr û kor û lal nekin û midaxeleyî vê yekê bikin. Ji ber zamên ku tên kirin xelk di bin enflasyonê de dieciqî. Divê hikûmet pêşanîyê bide micadeleya li dijî enflasyon û bihabûna heyatê û gavên li gor vê yekê bavêje.Lazim e zamên ku hatine kirin demildest bên betalkirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn