HUDA PAR li Entabê dikandaran zîyaret kir

Endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut, li Entabê dikandaran zîyaret kir.

Di Entaba ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo hinek zîyaretan hatibû de, ji lijneya navenda partîyê Endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut dikandaran zîyaret kir.

Turgut û lijneyê bi wî re ên ku dikandarên ku li ser Ceddeya Maaşkuyuya navenda Entabê ne zîyaret kirin, li vê derê pirsgirêk û zehmetîyên welatîyan gohdar kirin.

Welatî û dikandaran jî Turgutê bi dileke xweş pêşwazî kirin, Turgut li vê derê qala armanc û hedefên partîya xwe kir.

Dikanderekî yê ku bihîstibû ew ê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu were bajêr, şîranîyekî yê ku li ser “Tu bi xêr hatî Birêz Serok” nivisandibû bi wekaletî teqdîmê Vedat Turgut kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin