Ramanli di daxuyanîya ku belav kir de ji bûyerên ku pêk hatin re bertek nîşan da nirxandineke wisa kir: “Îro divîyabû her kes di nav hewldana dermankirina wan birînên ku ji ber erdhejê pêk hatine de bana. Lê belê digel vê yekê li Bûrsayê di musabaqeyeke futbolê de li hember Amedspor helwesteke faşîzan hat nîşandan û sembol û fîgurên travmatîk ên mazîyê hatin bîrxistin. Ev yek bi ti şiklî nayê îzahkirin. Weke ku tê zanîn ji ber erdhejê 10 bajarên me wêran bûn, bi dehhezaran însanên me di bin enqazan de man û wefat kirin û bi milyonan însan jî ji malên xwe bûn. Di heyameke wisa de êrîş li tîma bajara Diyarbekira ku ji erdhejê zirar dît hat kirin. Ev yek nîşan dide ku li Tirkîyê bi heqê wê bi nîjadperestîyê re micadele nayê kirin. Li trîbûnan nîşandana fîgurên tarî yên salên 90î û mudaxelenekirina hêzên ewlehîyê ya li bûyeran xefleteke mezin e. Divê ew kesên ku di van bûyerên nîjadperest de îhmala wan heye û ew kesên ku bi parvekirinan pesnê van tiştan didin bên tespîtkirin û bên derxistin mehkemeyê.”(ÎLKHA)
HUDA PAR: Li trîbûnan nîşandana fîgurên tarî yên salên 90î xefleteke mezin e
Ji teref Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli ve derheqê bûyerên ku di dema lîstina maça Tîma Amed û Bursayê pêk hatin de nirxandinek hat belavkirin.

İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Yek jê bi giranî 2 kes birîndar bûn
Şehîdên Xezzeyê di hewşa nexweşxane û dibistanan tên veşartin
Rûsya, bû welatê yekem a ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê nas dike
AP: Fîrmayeke ewlehiyê ya Emrîkayê li Xezzeyê gule li sîvîlên birçî reşand
Divê li hember êrîşên ji nirxên dînî re bêdeng nemînin