HUDA PAR malbatên ku di naveyna wan de hisûmet hebû li hev anî

Heyeta HUDA PARê dawî li hisûmeta di navbera malbatên Ozdemîr û Ekîncî anî.

Berî vê 7 mehan li Qasrîka Şirnexê di navbera malbatên Ozdemîr û Ekîncî hisûmetek rû da, heyeta HUDA PARê van her du malbatên bi hisûmet anî bal hev û dawî li vê hisûmetê anî.

Bernameya lihevhatinê ji teref HUDA PARê ve di mala Nadîr Şanliyê ji mezinên Eşîra Batuyan de hat tertîpkirin û gelek rayedarên HUDA PARê beşdarî bernameya lihevanînê bûn.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok di bernameya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir û her du malbatên ku biryara aştîyê dane tebrîk kir.

Gok di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo hisûmeta ku rû da ye ji rastê rakin û malbatan li hev bînin hatine  û dû re wiha axivî: “ Hemd ji Xwedê re ku ev mesele û hisûmeta di navbera her du malbatan de bi xêr û aştîyê bi netîce bû. Em jî bo vê yekê li vê derê bûn. Em her du malbatan jî ji ber qerara bi xêr a ku dane tebrîk dikin. Xweda ji wan razî be. Her wisa em diakarên wan in da ku di dahatûyê de jî mişkîle derneyê. Înşallah ew ê muhabbet û biratî û hezkirina wan zêdetir bibe.”

Di piştî diaya ku hat kirin  malbat hev hemêz kirin û li hev hatin û bername di dawî bû.

ÎLKHA

















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin