HUDA PAR, mexdûrên qetlîama Dîlokê ziyaret kir

DÎLOK - Serokatiya Bajarê Dîlokê ya HUDA PARê xizmên kesên ku di teqîna Dîlokê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir û dûvre serxweşî li malbatan da.

Serokatiya Bajarê Dîlokê ya HUDA PARê xizmên kesên ku di teqîna Dîlokê de jiyana xwe  ji dest dabûn ziyaret kir û dûvre serxweşî li malbatan da.

Serokê Bajarê Dîlokê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Erat û kesên partîyî Mehmet Ozerê ku di êrîşê de qîza xwe ya Semanur a 5 salî û birayê xwe yê 12 salî Kerem Ozerê ji dest dabû ziyaret kirin û dûvre serxweşî lê dan.

Serokê Bajarê Dîlokê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Erat piştî ku serxweşî li bavê kovandar Mehmet Ozerê da wiha axivî: “Înşaellah dê em van kovan, êş û janan li paş bihêlin. Ev êrîş li yekitî û biratiya me hatiye kirin.”

Ji xeynî HUDA PARê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Berweriyan (PER-DER) jî beşdarê taziyê bû. Di ziyaretê de bal hat kişandin ku ev kesên di encama êrîşên bombeyî de mexdûr bûne tenê nînin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin